Nivîsar

Li Tirkiye rojev bûye darbeyek leşkerî

Ji beri çend rojekî dezgehek Amerikî behsa darbeyek leşkerî li Tirkiye kir. Ji wê pêde ev yek wek babetek serekê hate gotubêj kirin. Gelek aliyên siyasî bawer nakin ku desthilatdariya AKPê û Erdogan bi awayek demokratik yan jî bi hilbijartinekî xilas bibe. Ji bo vê yekê jî gotubêjên darbeyekî cardin kirin sere rojeva siyasî li Tirkiye.

Roja 15ê Temuz a 2016ê hewldana darbeya leşkerî ji aliyê rêxistina Gulen ve heta kirin. Hewldan serneket. Bi hezaran insan ji kar hatin dûr xistin, bi hêzaran hatin girtin û kirin girtigeha de, bi hezaran revîn derketin ji derveyê Tirkiye. Lî heta niha hêja nekarîne çalakvanên vê rêxistinê ji nava dezgehên dewletê pakij bikin. Gelek zehmete jî bêne pakij kirin. Ji ber ku hemû di nava hevde bûn, her aliyek siyasî li gora xwe hesabek li gel tevgera Gulen dikira  û ew tevger nav hemû aliyên siyasî de, di nava dezgehên dewletê yên hesas û di nava artêşê de bi hêzbû.

Ji aliyek din ve, gelek kesayetên di nava serkirdeyatiya AKPê de û Erdogan bi xwe jî çavek mezin li Gulen dinêrîna û rê didan  rêxistina wî bi hêz bibe. Mercên ku AKP bikaribe rêxistina Gulen ji nava xwe pakij bike tunene. Ji ber ku ew bi xwe jî beşek ji wê projeyê bûn. Ji xwe hinek aliyan îdia dikiran ku Hewldana darbeya leşkerî ya 15ê Temuzê senaryok bû hate pêkanîn.

Desthilatdariya AKPê û Erdogan bi arikariya Gulen weseyeta eskerî li Tirkiye şkinandin. Bi doza Erkenekon û Balyozê ev yek pêkanîn. Lê di dawiyê de  hewldana darbeyekî ji aliyê rêxistina Gulen ve hate kirin. Sernekeft ,lê ew xeter ji hole jî ranebûye.

Heta wek niha nizanin lingê siyasî yê rêxistina Gulen kîne û çi dikin. Ji berî çend rojekî serokê CHPê da xûyakirin ku Erdogan bi xwe lingê siyasî yê vê rêxistinê ye. Ev gotubêj di nava Tirkiye de heta hilbijartinên giştî dê bêne kirin.

Hilbijartin sala 2023ê têne kirin. Lê her demî ihtimala ku hilbijartinên pêşwext bêne kirin jî heye. Lê nayê zanîn ka gelo dê di vê rewşê de Tirkye hilbijartinek pêkwerê, yan jî darbeyek çêdibe.

Rewşa Tirkye li Suriye û Libyayê desthilatê zeyif dike. Erdogan di nava hewldanekideye ku desthilatdariya xwe biparêze. Lê gelek tişt  hatine guhertin.

Di vê rewşê de hêdî Kurd dive doza xwe bifikirin û vê yekê gotubêj bikin. Hat xûyakirin bi gotinên demokratize kirina Tirkiye Kurd nikarin siyasetê bikin. Ne aliyên Tirk û ne jî gelê Tirk wan wek hawariyê demokrasiyê qebûl nakin. Ya baş û rast ewe ku ,Kurd li xwe vegerin û behsa xwe bikin. Ji bo mafên xwe yên netewî tev bigerin. Li hev xwedî derkevin û li ser xetek netewî siyasetê bikin.

Bila kurd hewl bidin ku her guhertinekî li Tirkiye ji  bo berjwendiyên netewî û bo destxistina mafên xwe yên rewa binirxînin û li himber rûdanan bibin xwedî helwest.

18.2.2010

Nûçe/Analîz

Back to top button