Serokê Kurdistanê tekez li ser pêkvejiyan û lêborînê dike

Berî nîvroya îro dûşem 28/09/2020 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel birêz Aydin Me’rûf Wezîrê Herêma Kurdistanê yê Karubarê Pêkhateyan civiyan.

Li civînê de rewşa pêkhateyan bi taybetî pêkhateya Turkmenan guftûgo kirin û tîşk xistin li ser hevbeşî û rol û beşdariya wan ya li proseya siyasî û birêvebirin û kayeyên dinê jiyana li Herêma Kurdistanê da. Li vî derbarî de Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku Turkmen pêkhateyeke resenê civaka Kurdistanê ne û roleke wan ya diyar û ber bi çav li avakirin û berev pêşvebirina hemû kayeyên jiyana li Herêma Kurdistanê da heye.

Li beşeke dinê civînê de birêz Wezîrê Herêma Kurdistanê yê Karubarê Pêkhateyan, bi kurtî di derbarê rewşa pêkhatên olî û neteweyiyên dinê Kurdistanê û karubar û pêdiviyên wan xiste rû. Her wiha balkişand li ser xwendina Turkmenî û Siryanî û çalakiyên kultûrî û rewşenbîriyên wan kir.

Birêz Serokê Herêma Kurdistanê tekez li ser siyaseta Herêma Kurdistanê ya ji bo parastin û kûrkirina kultûra dewlemendiya pêkvejiyanê û hevdû qebûlkirin û lêborîna li navbera hemû pêkhatên neteweyî û olî yên li Herêma Kurdistanê kir, bi awayek ku Turkmen, Mesîhî, Êzdî, Kakeyî, Ermen, Şebek, Ereb û Kurd hemû pêkve wekhev bin û dûpat kir ku wekî herdem Herêma Kurdistanê bi niştiman û landika aramiya hemûyan dimîne.

Nerîna min :