Gelek bi mixabiniyê ve nûçeya koça dawî ya nivîskar û ronakbîr û siyasetmedarê diyarê Kurdistanê (Dr. Şefîq Qezaz) gihîşt min. Xwedê jêrazî ji wan têkoşer û rewşenbîrên pêşeng û dilsoz û niştimanperweran bû ku hemû jiyan û temen û şiyana xwe ji bo xizmeta Kurdistanê li şoreş û xebata siyasî û dîplomasî û ronakbîrî û akademiyê da bi ser bir û xizmeteke zêde pêşkêşî gel û welatê xwe kir.
Xwedê jêrazî li serdema şoreşê da dîplomatkareke bi şiyan û jêhatî û li Hikûmeta Herêma Kurdistanê da Wezîreke serkeftiyê çalak bû. Li Serokayetiya Akademiya Kurdî û li warê nivîsîn û rewşenbîriyê da jî xizmeteke ber bi çav pêşkêş kir û cihê destên wî bi wan hemû waran de diyare ku têda xizmetê kiriye.
Bi vê helkefta xemgîn, pirse û sersaxiyê li malbat û kesukarên birêz dikim û hevsoz û hevbeşê xem û kovanên wanim. Ji xwedayê mezin hêvîdarim giyanê xwedê jêrazî bi dilovaniya xwe şad bike û hedar û aramiyê bi me hemûyan bibexşê. Bîranîna wî herdem bi zîndî dimîne.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
23/10/2020