Nivîsar

Xiyaneta Cotmehê û Şerê Pirdê / Heta Kîngê zilûma PKKê dê dom bike?

Meha Îlonê jî, ji bona kurdan meheke dagirtiye. Neteweya kurd, di meha îlonê de jî  bûyerên dîrokî yên xweş û nexweş jiyaye.     

Di dîroka kurdan de meha îlonê bi Şoreşa Neteweyî ya îlonê (1961) tê xemilandin. Kurdan, li Başûrê Kurdistanê encama “Şoreşa Neteweyî ya Îlonê” serkeftineke dîrokî pêk anîn. Encama têkoşîna Serokê Neteweyî Mele Mistefa Barzanî û PDKê, Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Rejîma Baasê mecbûr bû ku bi kurdan re peymanê çêbike. Li Kurdistanê Otonomî qebûl bike. Kurdistanî li welatê xwe desthilatdar û serwer bin.

Hîç şik tune ye ku di dîroka neteweya kurd de Referandûma Serxwebûna Kurdistanê (25 Îlon a 2017) û encama referandûmê gelek hêja û dîrokî bû. Di encama referandûmê de biryara Dewleta Kurdistanê hat dayin. 

Hezar mixabin piştî referandûmê Kurdistanî bi xiyaneteke mezin ve rûberû bûn. Piştî xiyaneta Kerkukê dijminên Kurdan xwestin ku Sîstema Federe ya Kurdistanê têk bibin, lê li Pirdê şikest xwarin. Ew rojeke gelek xweş bû. 

XIYANETA 16-Ê COTMEHÊ…

Li Başûrê Kurdistanê, li hemû beşen Kurdistanê, di nav kurdên dinyayê de 25 Îlona 2017an rojeke gelek xweş bû. Referandûma serxwebûna Kurdistanê bi aramî gihêştibû encamê. Kurdistaniyan ji %93an deng dabûn Kurdistana Serbixwe. Ji Dewleta Kurdistanê re “erê” gotibûn. Ew dewleta wek beriya referandûmê hatibû diyar kirin, dê bibûya dewleteke federal. Ew encama referandûmê û bi naveroka xwe ji bona gelên  Rojhelata Navîn mînakeke xweş û modeleke dîrokî bû.

Loma jî hemû kurd gelek kêfxeş bûn. Lê dijminên kurdan ji encama referandûmê gelek eciz bûn. Beriya roja referandûmê jî dijminên herêmî, 4 dewletên kolonyalîst, dewletên berjeweperest yên dinyayê û bi taybetî jî Emerîkayê, kurdên hevalbendên van dewletan û li dijî dewleta Kurdistanê, ji bona ku encama referandûmê nayê li darxistin û Dewleta Kurdistanê îlan nebe, ketin nav planên qirêj û têfaqên dijminitî-mezin.

Ew, 21 rojan piştî referandûmê ji bona xiyanetê tevgeriyan û êrişî Kurdistanê kirin. Wan di destpêkê de jî xwestin xeleke qels ya di bin desthilatdariya YNKê de  biqetınin. Loma jî êrîşî Kerkûkê kirin.

Malîkî gelek aşkere diyar kir ku got “ heger basqekî YNKê ji me re nabûya alîkar, me cesaret nedikir ku em êrîşî Kerkukê bikin.” Ew beşa YNKê jî, ji beşekî GORAN û PKKê piştgirî girt. Ew xiyaneta ji aliyê Qasim Sileymaniyê qetîlên kurdan yê Îranî ve hat amade kirin.

Gelek aşkere bû ku Kerkuk bi destê xiyanetê ji aliyê Dewleta Iraqê û Iranê ve (Haşdî Şabî û PKK), bi piştgiriya Emerîka û dewletên Ewrûpayê hat îşgal kirin.

Hezar mixabin ew kesên xiyanet kirin, dadgeh nebûn û siza nebûn. Wan kesan sînora xirabiya xwe fireh kirin. Ew di kongreya YNKê ya dawî de bûn berpirsiyar û serokên YNKê.

Encama siyaseta populîst û pragmatîk, ji bona ku YNKê di hikûmetê de endam e, ev sal xiyaneta wan bi nav jî nebû. Bi awayekî paçewane rêwabûna xiyaneta Kerkukê hat rojevê. Hezar heyf ji bona Kurdistaniyan.

ŞERÊ PİRDÊ PÊŞÎ Lİ RÛXANDINA SÎSTEMA FEDERE YA KURDISTANÊ GIRT…

Lê armanca qirêj ya dijminên kurdan firehtir û xetertir bû. Wan xwestin ku piştî îşgala Kerkukê êrîşî Hewlerê jî bikin, sîstem û dewleta federe ya Kurdistanê bi tevayî ji holê rakin.  Loma jî hêzên dewleta federal ya Iraqê û Haşdî Şabî,  vekirî bi alîkariya Dewleta Tirk û Îranê, bi çekên Emerîkayê êrîşî Hewlêrê kirin.

Beriya vê êrîşê balyozê Emerîkayê bi awayekî bê edebî û dijminî ji Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî re telefon kir, got ku “sibê dê ji îro baştir nebe”.

Wê demê Serokê Kurdistanê emir da serleşker û pêşmergeyên Kurdistanê ku heta mirinê şer bikin. Yek çivikekê jî xweş nahêlin.

Li Pirdê Şer çê bû. Ji pêşmergeyan re serokwezîrê Kurdistanê yê vê merheleyê Mesrûr Barzanî serokatî kir.  Dijmin di şer de şikandin. Çek û debabeyên (tanqên) Emerîka xira kirin  û dîl girtin. Dijmin mecbûr bû ku ku paşve vegere.

Wê demê Serok Mesûd barzanî ji Balyozê Emerîkayê telêfon dike, dibêje ku “îro ji duho baştir e.”

Pêşmergeyên qehreman û desthilatdariya Kurdistanê di Şerê Pirdê de serkeftî bûn. Dewleta Federe ya Kurdistanê li ser piya hiştin. 

Şerê Pirdê pêşiya rûxnadina Dewleta Federe Kurdistanê girt. Sipas ji wan re. Ew dê dilê me de her bijîn.  

HETA KÎNGÊ DESTWERDAN Û ZİLÛMA PKKÊ DÊ LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DOM BİKE?

PKK,  ji sala 1990an vir ve wek li hemû Kurdistanê çewa ku xeterî û tehlûkeke mezin e; li Başurê Kurdistanê jî xeteriyek û tehlûkeke mezin e. Bi dehan salan e ku di derbarê vê xeterî û tehlûkeyê de ez û gelek kurdperwer û nivîskarên Kurdistanê nêrînên xwe tînin ser zimên.

Hezar mixabin li Başûrê Kurdistanê bi taybetî jî desthilatdariya Kurdistanê pêşiya vê xeteriyê negirt. Di encamê de PKKê şerê  PDKê û YNKê kir û bi hezaran pêşmerge hatin şehîd kirin.

Lê xeterî mezintir bû. PKKê bi her awayî destwerdanî li Başûrê Kurdistanê domand û firehtir kir. Gund îşgal kir. Ji gundiyan xerac û bac girt. Dest danî ser hilberîn û berhemên gundiyan. Karên terrorîstî kir. Zarokên kurdan revand û malbat agahdar nekir. Di encamê de zarokên kurdan da kûştin û an jî bi xwe kûşt.

Şengal bi piştgiriya Hikûmeta Navendî ya Iraqê bi Haşdî Şabî ve îşgal kir. Zarokên Kurdên êzîdî bû zore girt bin çek, li ser navê dewletên kolonyalîst û yên din yên herêmê û dewletên emperyal di şerê wekaletê de da kûştin. Şengal tazî kir.

Loma jî li gelek bajarên Kurdistanê gel xwepêşan li dar xistin, ji Hikûmeta Kurdistanê daxwaz kirin ku  vê pirsê çareser bike. Hezar mixabin Hikûmetê nikarî vê pirsê çareser bike.

PKKê di demek nêzik de dîsa berpirsiyarekî asayîşê kûşt. Kurdekî Êzîdî kûşt.

Bes Hikûmeta Kurdistanê û Hikûmeta Federal ya Iraqê di derbarê Şengalê de peyman çêkirin ku PKKê û Haşdî Şabî û rêxistinên din yên dagirker û terorîst ji Şengalê derxin, hîn encamek nehatiye girtin.

PKKê destwerdan û karên xwe yên xeter didomîne.

Di van rojên dawî de, li ser tevgera PKKê ya li sînorê parêzgeha Silêmaniyê hişyarî hate dayîn û berpirsekî îdarî yê wî sînorî jî radigehîne ku derbarê wê tevgerê de çend aliyek agahdar kirine.

Li gor zanyariyan, PKK li çiyayên bakurê parêzgeha Silêmaniyê di nav tevgereke berçav de ye û ji ber wê jî heta astekî xelkê deverê bêzar bûye. Herî dawiyê jî karê PKKê yê hember xelkê deverê revandina Mihemed Ewdila Resûl ê wek Mihemed Girtikî tê nasîn û endamê encûmena cîbicîhkar û berpirsê devera Raperînê yê Hevpeymaniya Niştimanî bû ku li gor nûçeya çapemeniya fermî ya YNKê jî ragehandibû ji aliyê PKKê ve hatiye revandin.

Vê derbarê de qaymeqamê qeza Mawet Kameran Hesen ji BasNewsê re ragîhandiye ku,, “li ser çalakiyên PKKê yên li sînorên me bi nivîskî me parêzgerê Silêmeniyê û wezareta navxwe ya hikûmeta herêma Kurdistanê agahdar kiriye, ku ew çalakiyane heta çi astekî dibin metirsî li ser xelkê vê navçeyê.”

Herwuha endamê lijneya navxwe li encûmena parêzgeha Silêmaniyê Berzan Hemîd jî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Berê me agahdarî dabû ku PKKê li sînorê Şarbajêr rawestgeh daniye û bac werdigre. Derveyî wê jî li hin cîhên Silêmaniyê bi aşkera tevgera çekdarên wê heye. Ev yek jî metirsiye bo ser canê hemwelatiyên vî sînorî. Herwaha gelek giring e xelk nebe qurbanî bo daketin û hatûçûna çekdarên PKKê yên nav bajar.’’

Ji aliyê din ve endamê civata niştimaniya Tevgera Gorran Tehsîn Îbrahîm ji BasNewsê re ragehand û daxwaz ji PKKê kir, “rewşa Kurdistanê liberçav bigre. ‘’Ti demekî li gel lêdan û revandinê nînin em û nabe xelkê Kurdistanê li navçeyên sînor bên perçiqandin.’

‘’Divê hewl bê dayîn ew destkeftane bên parastine ku em hemû li ser derbeder bûn, dive destên xwe em bidin ber, çalakî, kuştin û revandin encamên wê xirabin.’ (Basnews)’

Gelek aşkere ye ku PKKê li Başurê Kurdistanê hêzeke çekdar e. Ew desthilatdarî û hiqûq û qanûnên Dewleta Federe ya Kurdistanê jî nas nake. Destwerdanê dike.

Ew tê wate ye ku Hikûmeta Kurdistanê li welêt serwer nîne. Hêzên terorîst û biyanî gor dilên xwe tevdigerin û zirar didin gelê kurd.

Gelo ew zûlma PKKê dê heta kîngê bidomîne. 

Gelo ez dîsa dibêjim ku Desthilatdariya Kurdistanê dê heta kîngê ji vê xeteriya ku wan jî tehdît dike re çavên xwe bigre û dengê xwe neke?

Hikûmeta Kurdistanê dê kîngê serweriya û desthilatdariya Kurdistanê bi her awayî ava bike? 

Xeteriya li dijî serwerî û desthilatdariya Kurdistanê dê kîngê ji holê rake?

Diyarbekîr, 23. 10. 2020

Îbrahîm GUÇLU

([email protected])

Back to top button