CivakRojev

Serokê Kurdistanê sersaxiyê li Şahê Behrên û Serokê Filistînê kir

Îro çarşem 11/11/2020 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li nameyek da ji bo rêzdar Şah Hemed Bin Îsa Al Xelîfe Şahê Behrên, pirse û sersaxiya xwe û malbata şahane û gelê Behrên kir û ji bo koça dawî ya xwedê jêrazî Mîr Xelîfe Bin Selman Al Xelîfe Serok Wezîrê Behrên û hevxemiya xwe li gel wan derbirî û hêviyê xwest xwedayê mezin xwedê jêrazî bixe ber dilovaniya xwe.

Li nameyeke din da ji bo birêz Mehmûd Ebas Serokê Filistînê, Serok Nêçîrvan Barzanî bi navê xwe û gelê Kurdistanê, pirse û sersaxiyê li Serok Ebas û gelê Filistîn û malbata xwedê jêrazî Saîb Oreyqat serkirde û mezinê danustandinkarê Filistînê kir û hevxemiyê li gel wan derbirî û hêviyê xwest xwedayê mezin giyanê xwedê jêrazî bi dilovaniya xwe şad bike.

Back to top button