Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu da xûyakirin ku, yekemîn partiya ku bikaribe pirsa Kurd çareser bike CHP ye.Kiliçdaroglu dibîje: Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd me dîtina xwe ragihandiye.Ji bilî me tu partî nikare vê pirse çareser bike.
CHPê li ser pirsgirêkên darayî ya Tirkiye civînek pêkanî. Di civînê de serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu axavtine kir. Piştî civîn dawî hat, rojenmevana ji Kiliçdaroglu pirsî.
- Hun dê çewe pirsgirêka Kurd çareser bikin?
Kiliçdaroglu di bersiva vê pirse de got: Eger ew pirsa ku hun behsê dikin heta niha nehatibe çareserkirin berpirsê vê yeke siyaset eû dezgheên siyasî ne.Cihê çareseriya Parlementoya Tirkiye ye, pirsgirêk liv ê dere tê çareserkirin. Divê bi hevkariya hemû partiyan bi hevre bê çareserkirin, din ava hemû partiyan de kesên div ê pirse de zana hene.
Ev pirs pirsgirêkek a Tirkiye ya herî bingehîne, nabê lig ora berjewendiyên partiyên siyasî ev pirs bê nirxandin, gerek lig ora berjewendiy niştimanî bê nirxandin. Hemû hûrgulî di raporên me de hene. Me awayê çareseriya vê pirse ragihandiye û ji me pêve kesek din nikare vê pirse çareser bike.