CîhanRojev

Li libya piştî 18 mehan hilbijartin têne li darxistin

Li gora daxûyaniya Neteweyên Yekbûyî civînên ji bo çareseriyekî li Libyayê gihatine encamekî û dê di nav 18 mehan de hilbijartinên giştî bene çêkirin. Aliyên siyasî di çavderiya NY de ji bo piştî 18 meha hilbijartin bene li darxistin li hev kirine.

Nûnerê NY yê taybet ê Libyayê Stephanie Williams piştî civîna  Diyaloga Libya li Tunisê daxûyaniyek da û got: Di civîna diyaloga Libya de gavek girîng hate avêtin. Hemû aliyan yekitiya dezgehan kirin armanc û bi vê mebestê jî piştî 18 meha biryara hilbijartina hate dayîn.

Di şerê navxwe de Libya bûye du beş, ji berî demekî NY agirbestek di nava aliyan de ragihand. Niha jî ji bo hilbijartina peymanek hevbeş hate îmzekirin. Lê dê ev yek bibe çareseriyek ji pirsgirêka Libyayê re nayê zanîn.Niha ev li hevhatin tene wek gavek erênî tê nirxandin .Lê zehmete ku di parktikê de du beşî di vê qonaxê de ji holê rabe.

Back to top button