Polîtîk

Serokê Kurdistanê sersaxiyê li qurbaniyên erdhejê re xwest

Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Kurdistanê sersaxiyê ji kesûkarên qurbaniyên erdheja li bajarên Tirkiyê re xwest.

Serokê Kurdistanê li ser rûpela xwe ya taybetiya tora civakiya twitter ê, peyameke sersaxiyê belav kir û têda xemgîniya xwe li beranber can ji destdanên erdhejê derbirî. Her wiha sersaxiyê ji kesukarên qurbaniyan kir û hêviya bi lez başbûnê jî ji bo birîndar xwest.

Her wiha berdewamiya peyamê de Serokê Kurdistanê ragihand ku gelê Kurdistanê û Hikûmeta Kurdistanê ji bo her alîkariyekê amadeye.

 

Back to top button