Îro în 03.07.2020 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li peywendiyeke telefonî da li gel birêz Elî Teter Parêzgerê Dihokê, ji bo oxira dawî ya xwedê jêrazî dayika wî, pirse û serxweşiyê pêşkêşî birêz û malbata wî kir.
Serok Nêçîrvan Barzanî li peywendiyeka telefonî da hevxemî û hevsoziya xwe ji bo parêzgerê Dihokê derbirî û hêvî xwest ku eve nexweşiya dawî ya wan û malbata wan be.
Ji aliyê xwe ve birêz Parêzgerê Dihokê spas û pêzanînên xwe ji bo serxweşî û peywendiya telefoniya Serok Nêçîrvan Barzanî derbirî.