Polîtîk

Serokê Kurdistanê serdana Parlemena Elmanya kir

Paşê jî bi amadebûna Serok û Endamên lîjneya pêwendiyên derveya Parlemen û hejmarek ji Parlementaran civînek sazkir. Li civînê de behsa rewşa giştiya Iraq û Herêma Kurdistan û rola Elmanya li proseya siyasî û aboriya Iraqê hate kirin.

Serok Barzanî bi kurtî di derbarê rewşa siyasî û aramî û aboriya Herêma Kurdistanê kir û cext jî li ser wê yekê kir ku dergehê Kurdistanê vekiriye ji bo sermayeguzarên biyanî ku wê rola xwe li pêşxistina Herêmê de bibînin.

Serok û Endamên her du firaksiyona fermanrewa jî piştevaniya xwe ji bo serxistina proseya siyasiya Iraq û Kurdistan û pêşxistina pêwendiyan sercem van waran nîşan da.

Heman demî de hejmarek Parlementer ku berê jî serdana Kurdistanê kiribûn şahidiya xwe di derbarê wê rewşa aramiya Herêma Kurdistanê heye û wan pêşketinên li ber çavin li rûyê demokratî û aborî û bazirganiyê ve bi xwe ve dîtiye xistin rû.

Her wiha Parlementeran balkişandin li ser wê rola girîng ku Serok Barzanî li proseya siyasiya Iraq û pêşxistina Herêma Kurdistanê li sercem van waran da heye.

Back to top button