Polîtîk

Serok Barzanî ji aliyê Wezîrê Derveyê Elmanya ve hate pêşwazî kirin

Îro 08.06.2010 li avahiya Wezareta Derve Guido Westerwelle Wezîrê Derveyê Elmanya Federal pêşwazî li birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê kir.

Li hevdîtinê de pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Iraq û Elmanya li hemû warên siyasî û aborî de hate axaftin.

Her wiha pêvajoya Herêma Kurdistanê li rûyê aramî û pêşketina aborî û bazirganiyê mijareke dinê vê hevdîtinê bû. Li aliyê xwe ve Serok Barzanî bi kurtî axaftinek di derbarê pêşxistina Herêma Kurdistanê ya hemû waran de û rewşa siyasiya Iraqê bi giştî pêşkêş kir.

Back to top button