Cîhan

Rojhilata Navîn ber bi şerekî ve diçe

Rojhilata navîn ber bi tevliheviyek nû ve diçe. Heyva sor ya Îranî daxûyaniyek da ku, ew du gemiyên alikariyê ji bo röbikin Gazayê amade dikin û ji bo rêwiyên ku di van gemiyê de herin li xelkê digerin.

Li gora ajansa IRNA, Heyva sor ya Îranî biryar daye du gemiyan rêbike Gazayê.Berpirsê Heyva Sor a Îranî, Abdulrauf Abizade da xuyakirin ku ev biryara hukumetê bi insîyatifa gel hatiye dayîn. Herweha ji bo gemiyên cengî yên Îranê parastina van gemiyên arikariyê bikin û li gel wan herên Gazayê jî, daxwazî ji rêberê olî Ayetullah Ali  Hamaney hatiye kirin. Li gora daxûyaniya berpirsê Heyva sor a Îranî, dê gemiyên cengî heta Gazayê herin. Lê ev yek ne mimkine û dikare bibe sedema şerekî.

Sala 2008-ê Îranê hinek gemî ji bo artikariyê rêkirin Dazayê lê hêzên deryayî yên Israil rê neda vê yekê. Ev rewş dikare bibe sedemê nexweşîyekî heta şerekî mezin di nav Îran û Îsraîlê de.

Back to top button