Parlamento civînake awarte saz dike

   
       
Hewlêr – Kemal Kerkûkî serokê parlamentoya Kurdistanê daxwaz ji tevahiya parlamenterên parlementoya Kurdistanê kir ku, sibê Nîvro li parlamentoya Kurdistanê de amade bin.

aerokê parlamentoya Kurdistanê di banga xwe de dibêje ku, armanc ji civîna sibê, giftûgokirina topbarankirina deverên ser sînor ji aliyê artêşa Îranê ve ye.

Kerkûkî di banga xwe daxazê ji hemû endamên parlamentoyaê dike ku, sibê di seat 12ê de bi armanca beşdarîkirin di civîna awarte ya di derbarê topbarankirina gundên ser aînor û derbaskirina sînorên Kurdistanê ji aliyê artêşa Îranê ve, li parlamentoya Kurdistanê de amade bin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: