Polîtîk

Gelê Yahûdî, Îsraîl û Dewleta Tirk.

Gelê Yahûdî, gelekî qedîm-kevnar e.Nakokiyên dûr û dirêj du navbêna gelê Ereb û Yahûdî de derbas bûne. Bi derketina ol’a Îslamêre, nakokiyên di navbêna gelê Ereb û Yahûdî de vergeriya ye birînek kûr û bê derman.

Di dinyayê de, heya Ol û bawermendên olan hebin bi taybetî olên Cihû û Îslamê li ser piyanbin, çareseriya di navbêna bawermendên ola Cihû û Îslamê de çênabe wê çênebe.

Bawermendên Cihû û Misilman vê yekê baş zanin û dewletên cîhanê yên xwedî bandor jî, ji vê rewşê sûd verdigrin.

Gelê Ereb bi piranî gelekî misilmane û li gorî pirtûka misilmanan ya pîroz Kur’anê tevdigere, hebûna gelê Cihû naxwaze, nikare bixwaze.

Gelê Cihû, di sala 1948’an de bi biryara Neteweyên Yekbûyî dewletek bi nave Îsrail ava kiriye û ev dewlet li gorî ol’a Cihûtiyê tevdigere û xwe xwediyê axa mijara gotinê dibîne û vê dozê dişopîne, dimeşîne.

Ji avakirina dewleta Îsrail, sala 1948’an û vird de şerê navbêna dewletên Ereb û dewleta Îsraîl û bi taybetî şerê navbêna dewleta Îsraîl û gelê Filîstînî ranewestiya ye.

Bi alîkariya Emerîka, dewletên Awrûpa û yekcaran hin ji dewletên Ereban û dewleta Tirk, herdem dewleta Îsraîl di van şeran de bi ser ketiye. Her çiqas ev rewş jibo rêvebirên dewletên Ereban ne gelekî xem jî be, gelê Ereb ( Misilman ) ji vê rewşê gelekî neçar û bê zar e.

Ev mijar hebikî teng tê guftugokirin.Mijar ne Fîlîstîn e, mijar alema Îslamê bi giştiye. ( Dewletên Ereban,  rêvebirên dewletên ku bi misilmaniyê tên naskirin ne mijara gotinêne.)

Mijar ne dewleta Îsraîl e, dewleta Îsraîl divê ji Emerîka û dewletên Awrûpa cuda neyê dîtin.

Li gorî rewşa hale hazir kesek li çareseriyek bi giştî nagere. Ji xwe hêzek ku karibe pirtûkên miqedes Kur’an, Încîl û Tewrat’ê ji hole rake xuya nake û kesek nikare dîtinên di Kur’an û Tewrat’ê de bighuwere. Heger vê demê ev xeyalbe di destên me de, çareseriyên dem buhrîn û
berjevendiyên dewletên xurt ya jî hin dewletên ku dixwazin di bazara parvekirina sêemîn de para xwe zêdebikin xuya dikin.

Dewleta Tirk, yek ji wan dewleta ye ku di parvekirina mijara gotinê de dixwaze xwedî bandor be û para xwe zêde bike. Rewşa dewleta Tirk û çeteyên ku bi nave Ergenekonê derketine hole dişibihin hevdû.

Di destpêkê de, Ergenekon li dijî gelê Kurd û misilmanan ket nava tevgerê. Bi dirêjbûna demê re bi sere xwe tevgeriyan û îdeolojî û  berjevendiyên xwe histin pêşiya hemi tiştî. Û ya herî grîng ketin dijî berjevendiyên dewleta Emerîka Weku bapîran gotiye;‘ Bizina ku ecelê wê tê, nanê şivan dixwe.’

Dewleta Tirk bi xwe jî di heman rewşê de ye.Dewletên Awrûpa ji wan re dewletek damezrandin û demek dirêj ew xwedî kirin, bi endametiya Nato’re Emerîka ji heman dewletê re bû bav û ew jibo berjewendiyên xwe bikar anî. Di destpêka parvekirina sêemîn de, Tayîp Erdogan-Misilmanên liberal ( Minafik ) kir hikûmet û alîkariya wan kir û bi heman alîkariyê îro dixwaze wan weke maşikikê bikar bîne û rêvebiriya dewleta Îsraîl’ê veghuwerîne li gora demê.

Ê yekcaran ‘ hisabê mal û sûkê li hevdû dernakeve.’ Dewleta Tirk ketiye çav xwe.Ew dibêje Misilman hemû bi min re ne. Ji xwe wisa xuya dike. Misilmanên ji rêvebiriya dewletên xwe bêzar bûne, ji xwe îro nabînin ku dewleta Tirk misilmanî histiye torbeyê tirkîtiyê û bi mile Emerîka ve dalqandiye û heman dewletê, dewletik misilman û Serok Wezîr Erdogan jî weke Xelîfe dibînin. Lê ne dîrok wisa dibêje û êdî rastî demên dirêj nema bincil dimîne. Lê bahrê giran ketiye ser milê gelê Kurd. ‘ Kesên biçin masiyan wê şil bibin.’Heger gelê Kurd li mafê xwe xwedî derket wê rastî di demek ne dirêj de derkeve hole.

Lê mixabin çawa hin ji gelê Kurd li dijî Ermeniyan, li Korê û li Kibrisê bikar anîn roja îro jî hin misilmanên Kurd jibo berjevendiyê dewleta Tirk di polîtîka Erdogande bikar tên. Heyf û xebîneta van mirovan. Lê rastî ev e, me têra xwe nekir û merovên xwe şiyar û zane nekir.

Ew kesên me yên bi dû polîtka dewletê de di van rêyan de diçûn û dicin weke ‘t….. bi golê de biçe’ bê ser û ber çûn û wê biçin.

Dermanê birîna gelê Kurd, rêxistin û berxwedan e. Îro ne dema li kin û dirêj- zeîf û qelew bê temaşekirin. Her kes û çi ji kê hat.

Dema ‘ ker dikeve heriyê yê herî xurt xwedi ye.’

Cagro  Şêxmûs
Hazîran 2010

Back to top button