Polîtîk

Barzanî, Talebanî û Malîkî nîgeraniya xwe hember Îranê derdibrin

Îro 07/07/2010 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li pêwendiyekî telefonî da li gel her du rêzdaran Celal Talebanî Serok Komar û Nurî El Malîkî Serokê Encûmena Wezîrên Iraqa Federal nîgeraniya xwe beramber bi topbaran kirin û derbasbûna sînorê Herêma Kurdistanê ji aliyê artêşa Îranê ve derbirî, ku li encamê da bi sedan malbatê wan navçeyan derbeder bûne û heman demî de bûye sedema rûxandina hejmarek xwendingeh û pirên navçeyê û hejmarek xaniyên hemwelatiyan jî rûxiyan û çendîn hemwelatiyên medenî jî şehîd û birîndar bûn.

Her wiha li pêwendiya telefoniyê da Serok Barzanî daxwaz kir ku bi zûtirîn dem bi mebesta ragirtina vê topbaranê tedaxul bikin, ji ber ku parastina sînoran li desthilata Hikûmeta Federale.

Hêjayî gotinêye ku ev demeke artêşa Îranê dest bi topbaran kirina navçeyên sînorên Herêma Kurdistanê kiriye û bi dirêjahiya sê km jî bingeh û baregehên xwe li nav sînorê fermî ya Iraqa Federal de danîne.

Back to top button