Bi vexwendineke fermî ya Hikûmeta Elmanya, êvariya îro birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê gihişte Berlîn û li Firokxaneyê ji aliyê Berpirsên mezinê Wezareta Derveyê Elmanya û Balyozê Iraq li vî welatî ve hate pêşwazî kirin.

Berî wê jî bi serdanekî sê rojî, birêz Mesûd Barzanî‌ Serokê Herêma‌ Kurdistanê gihişte Tirkiye û ji aliyê Serok Wezîr û Serok Komar û Wezîrê Derve û çend berpirsekî dinê Tirkiye ve hatibû pêşwazî kirin û li çend ‌hevdîtinek de pêwendiyên di navbera Iraq û Tirkiye bi giştî û her wiha Herêma Kurdistan û Tirkiye bi taybetî hate guftugo kirin. Her wiha behs li çawayiya pêşxistina zêdetirê wan pêwendiyan kirin û ji aliyê xwe ve jî berpirsê bilindên Tirkiye vê serdana Serok Barzanî bi girîngî wesif kirin û xwestin ku serdanên bi vî awayî berdewam bibe.

Paşê Serok Barzanî welatê Tirkiye bi cîh hişt û êvariya îro bi vexwendineke fermî gihişte welatê Elmanya û biryare çend rojekî din bi serdanekî fermî bigihe welatê Fransa û li gel berpirsê bilindên vî welatî jî çendîn pirsên girîng guftugo bike.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: