Di hevpeyvînekê da, digel rojnameya Huriyet ya turkî çapa îngilîzî, siyasetmedar û şareza Henri J. Barkey ji saziya Karnîcî li Amerîka ya bo aştiya nêvdewletî dibêje: Ev seredana niha ya serokê herêma Kurdistanê bo Tirkiya û pêşwaziya germa rayedarên tirk li serokê Kurdistanê wê çendê xuya diket ku guhurîneka esasî di siyaseta Enqere da,  li hember meseleya kurdî livî welatî da dirust bûye ku Enqere dixwazît ev pirsgirêk bihête çareserikirin.

Henri J. Barkey dibêje:
Dema têkeliyên  Tirkiyeyê digel kurdên Îraqê aloz dibin, heman rengvedan di rewşa têkeliyên navbera Tirkiya û kurdên wê da dirust dibe û têkeliyên Tirkiyeyê bi kurdên wê ra aloz dibe, ji ber hindê herêma Kurdistanî bûye hîviyeka geşa tev kurdan ji ber ezmûn û serbora wan ya hukmiranyê ku ji tev parçeyên din baştir û hêjatire.

Herwesa di berdewamiya hevpeyvîna xwe de Henri J. Barkey dibêje:
Tirkiya bi xweşkirina têkeliyên xwe digel herêma Kurdistanê dixwazît xwe nêzîkî kurdên Îraqê û nava Tirkiya bike ji bo hindê mekanizmek minasib bibîne ku bi kêmtirîn ziyan ev mesele bihête çareserkirin, lewma jî pêşkeftina herêma Kurdistanê, ne bi tinê bo kurdên Îraqê ya giringe, lê ew ji bo tev kurdên cîhanê jî giringe.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: