Civak

Serokê Kurdistanê serdana Mîrê Êzdiyan kir

Nêçîrvan Barzanî Serokê Kurdistanê roja 03/08/2019 serdana  Hazim Tehsîn Beg, Mîrê Êzdiyan li cihê xwe yê li qezaya Şêxan kir.

Li hevdîtinê de  Serokê  Kurdistanê bi boneya wergirtina erkê Mîrayetî dûbare pîrozbahiyê li birêz Mîrê Êzdiyan kir û hêviya serkeftinê xwest, her wiha hemû piştgîriyekî ji bo birêz û ji bo xuşk û birayên Êzdî û xizmetkirina wan dûpat kir.

Ji aliyê xwe ve  Hazim Tehsîn Beg, Mîrê Êzdiyan spas û pêzanînên xwe ji bo serdanê û piştgîriya berdewamiyên birêz Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo Êzdiyan derbirî û dûvdaçûnên pêwîst û kêşeyên Êzdiyan ji aliyê birêz Serokê Herêma Kurdistanê ve bilind nirxand.

Nirxandina rewşa giştî ya Êzdiyan û navçeyê Şingalê û dewrubera wê û hewlên ji bo çareserkirina kêşeyên wan û avadankirin û vegerandina aramî û jiyanê ji bo wan navçeyan, beşekî dinê vê hevdîtinê bû.

Back to top button