Civak

Birayên Êzdî beşekî veneqetiyayî yê gelê Kurdistanê ne

Serok  Barzanî bi minasebeta 5mîn salvegera komkujiya Şingalê û êrîşa hovane ya DAIŞê li ser Kurdên Êzidî, peyamek belav kir û tê de got, Ew karesata ku terorîstên DAIŞê bi ser xelkê Şingalê de anîn, li gor hemû pîvanan ew karesat jenosayd e û pêwîst e li navxwe û derve hewlên zêde bên avêtin ji bo bi jenosaydnasandina wê karesatê û peydakirin û vegerandina revandiyan û herdû Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê bigihin rêyeke hevbeş ji bo avadankirina Şingalê.

Peyama Serok Barzani:


Roja sê ya heşt, bîranîna karesatekî dilhejîn dikîn. Ew karesata terorîstên Da’îş li ser xelkê Şingalê anî, li gor hemû pêveran jenosayde û pêwîste li navxwe û derve hewlan zêde bikin ji bo bi jenosaydnasandina wê karesatê û peydakirin û vegerandina revandiyan û her dû Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexda bigihin rêyekî hevbeş ji bo avadankirina Şingalê û îdareya Şingalê li dest xelkê bajar da bê.

Karesata Şingalê dirêjiya karesatên dine ku li ser gelê me da hatine û gelê me her bi zîndî maye. Carekî din tekez dikîn ku xuşk û birayên Êzdî beşekî veneqetiyayî yê gelê Kurdistanê ne û bi hemû awayekî piştevaniya wan dikîn.

Li salvegera karesata Şingalê da, silav ji bo giyanê pakê şehîdên wê karesatê û wan Pêşmergeyên qehremanên bi navê bergirîkirin û azadkirina Şingalê da giyanê xwe gorî kirin.

Mesûd Barzanî
03.08.2019

Back to top button