Cîhan

Serokê Kurdistanê serdana civata Senatoya Îtaliyayê kir

Di çarçoveya serdane xwe ya bo Îtalyayê de, doh Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê, serdana civata Senatoya Îtalya kir û ji aliyê Lamberto Dînî serokê komîteya pêwendiyên civata Senatoya Îtalya ve hate pêşwazî kirin.

Di hevdîtinekê de, Lamberto Dînî kêfxweşiya xwe bi duyemîn hevdîtina bi serok Barzanî ra nîşan da û behsa rola serok Barzanî di avakirina Iraqa nû û di proseya demokratîzekirina wî welatî da kir. Her wiha behsa girîngiya pêwendiyên di navbera herêma Kurdistan û Îtalyayê kir û got: Herêma Kurdistanê ji aliyê Îtalyayê ve gelek girînge û cih û pêgeheke xwe ya taybetî heye.

Her wiha di vê hevdîtinê de, serok Barzanî bi giştî behsa proseya siyasiya Iraq û her wiha behsa wê yekê jî kir ku herêma Kurdistanê herdem xala bihevgirêdan û çareseriya pirsên Iraqê de buye û hêvî jî xwest pêwendiyên di navbera Hewlêr û Roamyê biçin d qonaxeke gelek pêşketî de.

Back to top button