Barzanî ofîsa nûneratiya hikûmetê li Romayê vekir
Duhî 05.10.2010 li Romaya paytexta Îtalyayê di merasimekê da, Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê ofîsa nûnertiya hikûmeta herêma Kurdistanê vekir.
Di vê merasimê da, ku cîgirê wezîrê derveyê Îtalyayê, hejmarek parlamenter û kesayetiyên siyasî û akademî Îtalî û dostên kurd amade bûn, serok Barzanî di gotarekê de behsa girîngiya vekirina ofîsa nûneratiya hikûmeta herêma Kurdistanê li Roamyê kir û hêvî xwest bibê hokarekî girîng ji bo xurtkirina zêdetir a pêwendiyên di navbera Îtalya û herêma Kurdistanê de.
Ji aliyeke din ve her duhî Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê serdana sefaretxaneya Îraqa federal a li Romayê kir û li wir jî ji aliyê sefîr û birêvebirên sefaretxaneyê ve hate pêşwaz kirin û paşê jî sefaretxaneya Îraqê a li Romayê firavînek li ser xatirê serok Barzanî rêkxist ku sefîrên welatê erebî yên li Îtalyayê û Vatîkanê amade bûn.
Di vê merasimê da, Seywan Barzanî sefîrê Îraqê yê li Îtalyayê di gotarekê da kêfxweşiya xwe bi vê serdana serok Barzanî ya bo sefaretxaneyê diyar kir û behsa rola serok Barzanî ya di Iraqa Federal û daxwazên wî yên demokratîk û serxistina proseya siyasî kir.
Paşê serok Barzanî di gotarekê da behsa wê yekê kir ku nûnertiya hikûmeta herêma Kurdistanê jî vekir û got: Li Îraqa nû da hest dikîn ku Îraq welatê me hemûyan e û em hemû alî jî şanaziyê bi welatê xwe dikîn.
Her wiha di gotara xwe de, serok Barzanî cext li ser wê yekê kir ku herêma Kurdistanê geşbûye û arame û dergehên wê jî ji bo pêwendîgirêdan û hevkariya dualiya sercem welatên erebî û cîhanê de vekiriye.
Paşê Hebîb Sedir sefîrê Îraqê yê li Vatîkanê gotarek pêşkêş kir û têda bi xêrhatina serokê herêma Kurdistanê boÎtalyayê kir û behsa rola serok Barzanî, malbata Barzanî û kurdd di dîrokê û niha da kir ku rolekî girîng di hişyariya nîştimanî û demokrasiyê da hebuye.