Leşkerên tirk hevûdu dikûjin

Li Fermandariya Sengerê Radarê Hewayê Datçayê nîvê şevê di navbera çend leşkerên tirk de pevçûn derket û 2 leşkerên tirk ji aliyên leşkerên din ve hatine kuştin

Bûyer duh şev seat di 01:40ê de li 5 kîlomîtroyê dûrî navenda navçeyê Datçayê û li ser rêya bajarê kevnar Knîdosê li 107. Fermandariya Sengerê Radarê Hewayê derket.

Di navbera 5 leşkerên tirk yên piyade de ji ber nobedariyê gengeşiyek destpêkir û pişt re gengeşî bû pevçûn û di dawiyê de ji çekê leşkerek gullê bariya û 2 leşkerên tirk jiyana xwe ji dest dan.

Heta niha gelek car bûyerên bi vî rengê di nava leşkerên tirkan de qewimiye û gelek leşkerên tirk bi vî şeklê jiyana xwe ji dest dan.

Nerîna min :