Cîhan
Li Azerbaycanê ala tirka hat qedexekirin
Rojnameyê Azeriyê bi navê ‘’Azadliq’’ daxuya kir ku êdî li Azerbaycanê deliqandina ala tirka hatiye qedexekirin.
Berpirsyarên Azerî ji bo biryarên xwe sedemekî nîşan nedan. Lê hat îdiakirin ku biryara qedexekirinê li jorê rêveberiyên Azeriyan derket.
Berê jî Azerbeycan ji ber nêzîkatiya têkîliyên di navbera Ermenîstan û Tirkiye nerazîbûna xwe nîşandabû û bi awayekî ne fermî ala tirka qedexekirîbûn.
Têkîliyên di navbera Baku û Enqere ji ber sekinandina protokolên Ermenîstan û Tirkiye baş bûbû.