Cîhan

Nûnerên hikûmetê bo Belçîka û Swîsrayê diyar bûn

Li ser fermana Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê bi biryara jimare 2359 ya roja 23.09.2010ê civata wezîran biryar da ku Selîm Giravî bibe nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê li Bryssel (Yekêtiya Ewropayê) û bi biryara jimare 6779 ya roja 13.06.2010ê biryar da ku Fewzî Qedur bibe nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê li Swîsrayê.

Felah Mistefa berpirsê peywendiyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê didaxuyaniyekê de got ku ji bona zêdetir vebûna ber bi rûyê cîhana derv ve, bi taybetê bi wan welatên berjewendiyên hevbeş bi herêma Kurdistanê ra hene, û ji bona avakirina têkeliyên dostane li ser esasê berjewendiyê hevbeş digel Yekêtiya Ewropayê hikûmeta herêma Kurdistanê ew du biryarên giring dan.

Mistefa pîrozabhî li Salîm Giravî û Fewzî Qadur kir û hêvî kir ku bi cidî ji bo xurtkirin û berfirehkirina têkeliyên herêma Kurdistanê di hemû waran de bi welatên ewropî re bixebitin.

Weke tê zanîn li Berîtaniya, Amerîka, Fransa, Îtaliya, Austiraliya, Îran, Belçîka, Swîsra û Almaniyayê bi fermî nûneratiyên hikûmeta herêma Kurdistanê heta nuha bi fermî hatîne vekirin. 
Lê mixabin ev 10 mehe, jiber nakokiyên nava Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê ji bo Swêdê nehatiye diyar kirin. 
Back to top button