Polîtîk
Serokê Kurdistanê pêşwaziya Wezîrê Berevaniya Îtalya kir
Şeva derbasbûyî Lorenzo Guerini Wezîrê Derveyê Îtalya gihîşt Hewlêrê, sibehiya îro sêşem li gel Nêçîrvan Barzanî Serokê Kurdistanê civiya.
Biryare her îro Wezîrê Berevaniya Îtalya li gel Mesrûr Barzanî Serok Wezîrê Kurdistanê bicive û mijarên serekiyên civînan li gel berpirsên Kurdistanê, axaftin û nirxandina li ser rola Îtalya ya li çarçêweya Hevpeymaniya Navdewletî, hevkarî û hemahengiyên Wezareta Pêşmerge û mayina hêzên Îtalya li Herêma Kurdistanê dibe.