Serokê Kurdistanê mîhvanê Rusya ye
Dmitriy Peskov Şêwirmendê Ragihandinê ya Serokê Federasyona Rusya da zanîn ku ji welatên biyanî nêzîkî 60 serok beşdarî li Olimpiyatên Sochi ya Zivistanê dikin û heta niha 44 Serokên Welatan tekez li ser vê mîhvandariya Rusyayê kiriye.
Hêjayî gotinêye ku Vladimir Putin Serokê Rusyayê, Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê jî dawetî Olimpiyatên Sochi kiribû û her wiha berî çend rojekî Yurî Nabiyev Serokê Komeleya Dostayetî û Hevgirtina Kurdan li Rusya li ser rûpela xwe ya tora civakiya facebookê belav kiribû ku, Vladimir Putin Serokê Rusyayê, Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê jî dawetî Olimpiyatên Zivistanê ya li bajarê Sochi ya Rusyayê kiribû.
Olimpiyatên Zivistana 2014, li rojên 07-23.02.2014 an de li bajarê Sochi ya Rusya yê tê li darxistin. 22. Olimpiyatên Zivistanê yekemîncare ku Rusyayê tê li darxistin.