Polîtîk

Û Gazprom li Kurdistanê ye

Li gor nûçeyeke Dengê Rusya Vadim Yakovlev Cîgirê Birêveberê Giştî yê kompanya Gazproma Rusya da zanîn ku îsal li Başûrê Kurdistanê li herêma Germiyan bernameya karê xwe eşkere dikin. Her wiha da zanîn ku kompanya wan amadeye xebata xwe eşkere bikin lê belê ji bo vê yekê li benda pejirandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne.

Kompanya dide zanîn ku di destpêkê de dê ew bi rêya seyareyên barhilgir neftê veguhezin û li salên 2020-2021 an de Gazprom bi niyaze Kurdistanê de salane 10 milyon ton neftê derbixe. Her wiha ji bilî devera Germiyan hinek herêmên din de jî xebatên Gazprom didome.

Her wiha Yakovlev li ser pirseke ku gelo Bexda nikare astengiyê li ser nefta Kurdistanê derbixe got: Heta niha yek gilî û gazindeke fermî di derbarê nefta Kurdistanê de negihiştiye destên me û her du alî jî li vî derbarî de gelek hestiyarin.

Kompanya Gazprom li Herêma Germiyan de xwediyê sedî 40 pare, her wiha li Kanada jî WesternZagros heman parî werdigre û sedî 20 jî para Hikûmeta Kurdistanê ye.

 

Back to top button