Polîtîk
Li salek de 1035 proje li Hewlêrê pêkhatine
Newzad Hadî Parêzgerê Hewlêrê li daxuyaniyeke rojnamevaniyê da ragihand ku li sala 2013 li ser budçeya pêşxistina parêzgehê zêdetirê yek trilyon dînar ji bo 1035 proje li parêzgeha Hewlêrê hatiye xerc kirin ku ew hemû proje bi rêjeya % 65 çûne warê pêkanînê.
Parêzgerê Hewlêrê wê yekê dûpatkir ev proje bandoreke mezin li ser çareserkirina gelek giriftên taybet bi nîştecîhbûnê û avê xwarinê û qerebalixiya nav bajar û girîngîdana bi kertên tendirustî û perwerde ku li gel berfirehbûna bajar de dibe û encamdana van projeyan jî gelek pêwîstin.