Nivîsar

Hê jî Amerîka li Kurdan tênegihiştiye

Piştî şerê duyem û heta niha, siyaseta derveya Amerîka pir kêşe û aloz û hinek car jî gomra buye. Girifta serekiya wan cûre karkirinên xerap destgeya siyaseta derveya Amerîka, pitir li encama nerîtekî kevina jiyana siyasiya Amerîkaye. Siyaseta derveya Amerîka her dem li bin bandora perçekirdar û helwesta navxweyî ya welat ve diguhere û kêmtir bala xwe dide nêrîn û helwesta welatên din. Armanca serekiya siyaseta derve jî komkirina dengê xelkê ye li hilbijartinan û girîngdana bi daxwaza deste û grup û lobiyên cûr bi cûr û cihuyan û reşpêstan û karkeran û hwd.

Ji bo têgihîştina vê babetê Vîetnam mînakeke başe. Dijayetî kirina şerê Vîetnam ji aliyê ronakbîr rexnegiran ve tenê babetekî exlaqî bû. Lê belê her li piştî vekişana hêzên Amerîka bû ku li Vîetnam da dîktatoriyeta komunîst serî hilda û kêşeya Kamboşya û Polpot û binpêkirina mafên mirov ji aliyê komunîstan ve wiha kir ku gelek ronakbîrên Amerîka ji nêrînên xwe yên di derbarê dijayetîkirina şerê Vîetnam ve paşve gavan bavêjin. Ew li girîngiya kêşeyê tênegihiştibûn.

Aktavîopaz helbestvanê navdarê Meksîkî û wergirê xelata Nobela edebiyatê li sala 1990 di derbarê Amerîka ve dibêje: “Amerîka azadîxwaz û demokrasîxwaze lê belê li heman demî de Împaratoriyetekî pawanxwaze. Amerîka li gel xwe da nerme û li gel cîhanê da req û berjewendîxwaze. Her eve jî wiha dike bi dirustî li cîhana dewrûber tênegihe û herdem tûşî şaşiyan bibe. Amerîka cîhanê bi başî nas nake û bi niyaze jî destî li ser da bigre‌. Her eweye mayîna wekî zilhêzek dixe bin metirsiyê ve”.

Tênegihîştina naveroka kêşeyan wiha kiriye ku dûbarekirina şaşiya siyaseta derekî Amerîka bibê nerîtekî bav û buye sedema paşvekêşiya destçuyiyê Amerîka li Iraq, Sûriye û rojhilata navîn û li beranber da bihêztirbûna neyarên sûnnetiyên Amerîka li cîhanê da.

Muameleya Amerîka li sedsala bîstem û tenê destpêka sedsala bîst û yek li gel Kurdan de gelek kolewarî siyaseta derveya Amerîka digihîne li muamelekirina li gel dozeke ciddî û rewa û zîniya wekî kêşeya gelê Kurd. Serkirdayetiya siyasiya Kurd demeke hewl dide wê nêrîna berjewendîxwaz û mekanîkiya Amerîka li beranber Kurd da heye biguhere. Lê belê ew hewl bi sedema sozên bêbingeh yên berpirsên mezinên Amerîka tu encam jê derneketiye. Mînaka xistina Partî(PDK) û Yekîtî(YNK) li nav lîsta reş piştî rûdawên yanzdeha Eylulê derketina kêşeya kûre ku bi şaşî siyasetkirina saziyên siyaseta derveya Amerîka li xwe girtiye. Ew babet tê wê manayê ku Amerîka takrehendî temaşa kêşeya Kurd dike û lê jî tênegihiştiye.

Biryara retkirina serdana xwe ya Amerîka ya ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve jîrane û li cihê xwe ye û li şûna xwendina atîfiyane û Partîtî pêwîste wekî hengavekî stratejî bê piştgirîkirin. Pêwîste raya giştî ya Amerîka li sedemên vê babetê û şaşiya dezgeha siyaseta derveya Amerîka agahdar bike bo ku çi nebê Amerîka neçar bibê bi cûreya hizr û şaşiyên li beranber Kurd de biçê. Ew biryar balkişandineke ji bo pêgeha nû ya Kurdistanê ku siyaset û plana taybet û serbixwe ya xwe heye û ne beşeke ji kartên destê zilhêzek bo ku li hevkêşeyan da bê bikaranîn û bibe qurban. Wateya wê biryarê eweye ku Kurd tenê ne defakto ye belku yarî dike û hengav û daxwaz û biryarên wê jî rewane.

Zikrî Musa

Back to top button