Cîhan

Serokê Kurdistanê li gel Serokê JICA ya Japonî civiya

Serok Nêçîrvan Barzanî li civînek da li gel birêz Shinichi Kitaoka Serokê Ajansa Jica ya Japonî spas û pêzanînên Herêma Kurdistanê ji bo kar û projeyên rêxistinê derbirî ku çendîn sale xizmetê bi Herêma Kurdistanê kiriye û cihê destên wan bi proseya avadankirina Herêma Kurdistanê de xûyaye.

Her li berdewamiya civînên birêz Serokê Herêma Kurdistanê li Korbenda Aboriya Cîhanî ya li Davos da, rêzdar li gel birêz Serokê Ajansa Alîkariya Navdewletiya Japonî “JICA” civiya. Li kombûnê da tîşk xistin li ser kar û çalakiyên ajansê li Herêma Kurdistanê û birêz Serokê Herêma Kurdistanê ji bo wê yarmetîdan û hevkarîkirina Herêma Kurdistanê spasî Jica û gel û Hikûmeta Japonê kir.

Ji aliyê xwe ve birêz Serokê Jica, dûpat kir ku Ajansa Alîkariya Navdewletiya Japonî li piştgîrî û yarmetîdana Herêma Kurdistanê de berdewam dibê û spasî hêsankarî û hemahengiya dam û dezgeh û aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê ya li encamdana kar û projeyên wan kir.

 

Back to top button