Serokê Kurdistanê kiryara bajarê Sine şermezar kir

Serokê herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê kiriyara kuştin û birîndarkirina çend kesan ku li roja pêncşemiya 07.10.2010ê li senterê bajarê Sine li rojhilatê Kurdistanê çêbibû şermezar kir. Ev li jêr teksta daxuyaniyê:

Bi mixabinî ve nûçeya wê bûyera nexweş ya ku ji sedema kiryareke şidetê li roja pêmcşemiya 07.10.2010ê li senterê bajarê Sine çêbûy û bûye sedemê kuştin û birîndaran çendîn kesan, gihîşte me.

Em bi dijwarî kiryarên şidetê yên bi wî awayî şermezar dikin û di heman demê de sersaxiyê pêşkeşî malbatên qurbaniyên wê bûyerê dikin.

Mesûd Barzanî
Serokê herêma Kurdistan
10.10.2010

Nerîna min :