Polîtîk

Serokê Kurdistanê: Ji bo Kazimî hêviya serkeftinê xwest

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê peyamekê pîrozbahiyê pêşkêşî Mistefa Kazimî, Serok Wezîrê nû yê Iraqê kir û ji bo wî hêviya serkeftinê dixwaze.

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li peyameke twitterê da ku îro pênçşem 07.05.2020 belav kiriye têda nivîsiye: “Ji bo pesendkirina kabîneyê pîrozbahiyê li birêz Mistefa Kazimî dikim û ji bo wî hêviya serkeftinê dixwazim. Hêvîdarim Hikumeta wî bikarê aramî, xizmetguzarî û pêşketinê ji bo welat û maf û doza rewaya gelê Iraqê û mafên destûriyên Herêma Kurdistanê vegerîne”.

Back to top button