Polîtîk

Hêdî bi gotarên AKPê nexapin

Serokê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu, bernameyek televizyonê de gelek bi tund êrîşê Erdogan kir û got, medya hevalbend ji mere qedexeye lê ji Dogû Perinçek re vekiriye.  Davutoglu da xûyakirin ku, dibê ku gelek imkanên we hebin, hun tenê arikariya hevalbendên xwe dikin, gendelî gihaye radeyek  ku jê wêdetir tuneye. Lê dema hun vê yekê dikin xelkek heye ku nanê rojane peyda nake.

Eve çend rojin li Tirkiye behsa darbeyekî tê kirin, Davutoglu li ser vê mijarê jî dibêje: Eger îşev darbeyek çêbibe emê derkevin televizyona biaxêvin, lê birêz Erdogan çewtiyek siyasî kir, eger ji bo dîtinan cuda li himber hinekan ne adilane tiştekî bike, emê li dij derkevin.Em demokrasiyek nîvçe qebûl nakin, otokrasiyê qet qebûl nakin.Çewe ku FETO AKP bi karanî û hewldana darbeyek leşkerî kir, niha jî aktorên 28ê Sibatê heman tiştê dikin.

Davutoglu  di axavtina xwe de got: Ez bangî civata muhafazakar dikim, çavên xwe vekin, li Kuliyê bermayên zihniyeta 28ê Sibatê heye.Ew dêbêjin ku destûr me amade kiriye.Ewin ku hêdî imtiyazên mezin didin hinek karsazên nêzik xwe. Bila hêdî baweriya we li gotarên AKPê yên ku behsa ol û niştimanperwriyê dikin newê. Bi gotarên AKPê nexapin.

Back to top button