
Dr Nizar Îsmet Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Dihokê îro 06.05.2020 pêşwaziya Michal Svoboda Konsolê Giştî yê Komara Çek (Czech Republic) li Herêma Kurdistanê kir.
Dr Nizar Îsmet Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Parêzgeha Dihokê diyar kir ku îro 06.05.2020 peymanek di gel welatê Çek ji bo piştevanîkirina Tendirustiya Dihokê hate îmzakirin ku ev peyman bi giştî nêzîkî 55 hezar dolarên Amerîkî ye dawiya îsal jî wê profesoreke welatê Çek yê taybetmend bi nexweşiyên niha berbelav qesta Herêma Kurdistanê bike wê meşq û rahênanê bi noşdar û karmendên tendirustiyê bike.
Her wiha eşkere kir ku Michal Svoboda Konsolê Giştî yê welatê Çek li Herêma Kurdistanê ne yekemîn care alîkariya tendirustiya Dihokê dike berê jî alîkariya saxlemiyê kirîne û çendîn proje hebûye û çendîn nûjdarên Dihokê birine welatê Çek ji bo meşq û rahênanê û çendîn pîsporên wan li Dihokê rahênanê ji bo nujdar û karmendên saxlemiyê kirine.