Polîtîk
Parlemena Kurdistanê parêzbendiyê li ser Soran Omer hilgirt

Li Parlementoya Kurdistanê 58 Parlementerê beşdarbûyê civîna îro ya Parlemena Kurdistanê 57 Parlementer deng ji bo hilgirtina parêzbendiya li ser Soran Omer da û parêzbendî li ser hate hilgirtin.
Hêmin Hewramî Cîgirê Serokê Parlemena Kurdistanê li civîneke rojnamevaniyê da ragihand, hilgirtina parêzbendiya li ser Soran Omer bi tenê peywendî bi lêpirsîna Serok Wezîrê Herêma Kurdistanê ve nîne ji ber ku “çendîn dosyeyên din hebûn ku dadgehê daxwaz û nivîsan ji Parlementer re şandibûn û hemû jî li cem me hene”.