Min xwest ji bo cejna Newrozê li şûna hemû malên şehîdan serdana mala Şehîd Hucam bikim û li şûna hemû Pêşmergeyên qehremanên li sengera bergiriyê, serdana dû mîhwerên rûbirûbûnê bikim bo ku hest û soza xwe beramber şehîdên serbilind û Pêşmergeyên can li ser destan derbibrim.
Berî li 2715 sal, Kurd bi navê serbixweyî û serfiraziyê têkoşiyaye, her ji wê roja Kaweyê Hesinger serê Dehak pankir heta ku gihîştiye Seyîd Ubeydullahê Nehrî, Şêx Abdulselamê Şehîd, Şêx Seîdê Pîran, Seyîd Riza, Şêx Mehmûdê Nemir, Şêx Abdulselamê Barzanî, Pêşewa Qazî, Şêx Ehmedê Barzan û Mela Mistefayê Barzanî, îro jî zarokên wan xwendingehên berxwedanê, li Kobanê heta Şengal û Xaneqînê dîrokê dûbare kirin ku mezintirîn rêxistina terorîstiya cîhanê têkbişkînin û hemû dinyayê pê sersam bibê.
Em hemû xwendekarê wê xwendingehê ne ku wiha hatîne perwerde kirin, ku jiyan li wê mirinê da ye ku bi navê gel û niştiman de bê û mirin jî li jiyana bindestiyê da ye.
Gelê Kurdistanê dilniya bê, ku alaya Kurdistanê her bilind û şekawe dibê û Kurdistan her parastî dibe. Li encamê da destkeft jî pêwîste li asta wê qurbanîdanê bê.
Hezaran silav li giyanê pakê şehîdan û ji xwedayê mezin hêvîdarîn şîfaya xêrê û bi lez bide birîndaran.
Gelê Kurdistanê jî her serfiraz û serbilind bê û belê berxwedan jiyane.