Polîtîk

Joe Biden Newroza Kurdistanê pîroz kir

Êvariya îro şemî 21.03.2015 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê peywendiyekî telefonî ji birêz Joe Biden Cîgirê Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka wergirt.

Li peywendiyê da Cîgirê Serokê Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîka pîrozbahiyên xwe yên cejna Newrozê pêşkêşî Serok Barzanî û gelê Kurdistanê kir. Her wiha hevxemî û serxweşiyên xwe pêşkêşî malbatên serbilindên şehîdên Kurdistanê kir ku bi navê bergirîkirina gel û welatê xwe canê xwe gorî kirine.

Cîgirê Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka rêz û pêzanînên xwe û welatê xwe ji bo rola azayane û bandora Pêşmergeyên qehremanên Kurdistanê nîşan da ku li sengera pêş ya rû birûbûnê da karîne terorîstan têkbişkînin.

Li beşekî dinê peywendiya telefoniyê da behsa peywendiyên di navbera her dû aliyan kir û birêz Joe Biden, tekez li ser dostayetî û hevkarî û hevpeymaniya Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka û Herêma Kurdistanê ya li şerê dijî terorîstan kir û tekez li ser pêwîstiya zêdetir bi hêzkirina wan peywendiyan kir.

Li beranber da Serok Barzanî spasî gel û Hikûmeta Amerîka kir û tekez kir ku ji bo têkşikandina yekcarekî ya wan terorîstan pêwîste hevkarî û hemahengiya navdewletî berdewam bibe.

 

Back to top button