Civak

Şermezarkirina şehîdkirina sê pêşmegeyên hêsîrên destê DAÎŞ

Civata wezîrên herêma Kurdistanê şehîkirina sê pêşmegeyên hêsîr ji aliyê çekdarên rêxistina terorîstiya DAÎŞê ve, bi dijwarî şermezar dike û dibêje ku, terorîstên DAÎŞ li hember vê tawana xwe ya nemirovane û hovane dê baceke giran bidin.

Ev li jêr teksta daxuyaniyê:

Nûçeya şehîdbûna her sê pêşmergeyên mêrxasên gelê me; şehîd Hîşam Nebîl, şehîd Piştîwan Osman û şehîd Rizgar Heme Salih bi destê terorîstên DAÎŞ bi wî awayê hov û nemirovane, hemû  kuridstanî û mirovdost nerehet û xemgîn kirin. Hêsîrkuştin  bi wî awayê hov û dirindane, ji hemû buha û pirensîpên însanî, olî û exlaqî dûr e, kiryarên bi wî awayî cîyên wan bi tenê di ferhenga DAÎŞ û terorîstên wek wan de dibe.

Em bi dijwarî wê tawana dirindane rûreş û şermezar dikin û em bi bawerîn ku dê terorîst beceke giran li hember vê kiryara xwe ya hovane bidin û destê edaletê her dê bigeha wan. Divê terorîst bizanin ku em bi tu awayî li xwîna kurên gelê xwe xweş nabin û divê ew li hember vê tawana xwe li hêviya cezayên giran bin.

Serê hurmet û wefayê li hember van sê şehîdên mêrxas û tev şehîdên Kurdistanê ditewînin û sersaxiyê li xwe û li malbatên serbilindên şehîd Nebîl, şehîd Piştîwan û şehîd Rizgar û tev kurdistaniyan dikin

Nemirî bo canê pîrozê tev şehîdên Kurdistanê

Civata wezîrên herêma Kurdistanê

22.03.2015

Back to top button