Polîtîk

TRÊNA AŞTIYÊ (WÊNE)

Di van demên dawîn de li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê, helwesta Aştiyê ketiye rojeva medyayê û li her deverê pê tê axaftin.

Bi vê xûtê roja Yazdehê Adarê trênek bi navê ”Trêna Aştiyê” ji Pendika Stembolê derket rê û wê roja 20ê Adarê jî bigîje Amedê. Rêwiyên Trênê jî wê beşdarê Newroza Amedê bibin. Tê gotin ku îsal şahiya Newroza li Amedê, wê herî şêndar çêdibe. 

Trên ji aliyê platforma Aştiyê ve tê berbihêlkirin; rêwiyên wê ji bo piştgiriya Aştiyê bi piranî ciwan, kal, xwendekar, siyasetmedar, rewşenbîr, rojnamevan, ekîbên televizyonan û ji çînên cuda cuda ne. Di nêv rawestina Trêna Aştiyê de, deh bajar hene. Ji Stembolê dest pê kiriye, li bajarên weke Îzmît, Eskîşehir, Kirikale, Qeyser, Meletî, Xamirpêt (Elezîz) û ya dawîn Amed e. 

Çendî ku li Kirikaleyê Trêna Aştiyê pêrgê êrîşa nijadperestan bûye jî, lê belê bi wergirtina tevdîra hêzên ewlekariyê, rûdaneke xeternak derneket holê. 

Trêna Aştiyê heta niha li kîjan rawestgeha ku lê sekiniye, di serî de berpirsên saziyên dewletê, yên şaredariyê, bi girseyî xelkê wê deverê digel afîşên kurdî û tirkî pêşwazî kirine û aştîxwazên Trênê jî agahdarî dane wan, semîner û panel saz kirine û li ser naveroka aştiyê bersiva pirsên pirsvanan dane. 

Herweha li çi devera ku Trêna Aştiyê radiweste, rêwî dadikevin nava xelkê û ji bo piştgiriya aştiyê îmze ji wan werdigirin.

Hêja ye bê gotin ku Trêna Aştiyê li kîjan deverê dema radiweste, dareke qirase ya şîn jî li wirê tê çikandin û bi afîşên kurdî û tirkî herweha bi qordeleyên rengîn jî darê dixemilînin. 

Di nava Trêna Aştiyê de jî, dema ku dibe şev, rewşenbîrên bijare yên tê de ji rêwiyan re bi kurdî û tirkî dipeyivin û naveroka Aştiyê dibêjin. 

Lê belê mam Brahîmê Colemêrgî ku di 1992an de gundê wî ji aliyê leşkerên dewletê ve hatiye şewitandin, di nava Trêna Aştiyê bûye wek sembol hatiye destnîşankirin û cewr û ezyetên ku ji destên leşkeran dîtine, bi kurdiyeke zelal ji rêwiyan rê dibêje. 

Mam Brahîm, gotiye: ”Kezeba min şewitiye, ez nazwazim xebeba hinekên dî bête şewitandin. Ew cewra hatiye serê min, bila neyê serê kesî din. Ji ber hindê em aştiyê dixwazin.”

Kiryara herî balkêş ku mora xwe li Trêna Aştiyê daye ev e ku birabajrtiya bajarê Helebçeya Şehîd û ya bajarê Yeşilyurta Meletî ye. Şaredarê Helebçeyê jî ketiye nava rêwiyên Tirêna Aştiyê û giringiya aştiyê aniye zimên. 

Em jî hêvîdar in ku ev aştiya hanê bi awayekî erênî çareser bibe û êdî xwîna kesî neyê rijandin, şêniyên Kurdan hew bêtin şewitandin û aramî çêbibe. Bi hêviya serkeftin û aştiyê, her şad aram bin… 

Stembol 19/ 03/ 2015 

Zeynelabidin Zinar

Back to top button