Polîtîk

Serokê Kurdistanê bastirîn kese di Iraqê de

Li Iraqê Ajansa Elêxbariyê ji bo kifskkkirina kesayeta sala 2010-ê lêpirsînek çêkir. Di encama vê lêpirsînê de, hat kifskirin ku, serokê herêma Kurdistanê Mesud Barzanî bû bastîrîn kesayetê siyasî di Iraqê de. Ev lêpirsîn li gel 90.079 kesan hatibû kirin û 6 kesayetên siyasî wek berndamê kesayeta sala 2010-ê hebûn. Serokê Kurdistana dengên 52.270 kesaên di lêpirsînê de amade bûyîn girtin û bî yekem.

Bi vî awayî jî, ji %58- ê dengên hatîn karanîn jo bo serokê Kurdistanê bûn.

Di pileya duyem jî de serokê niha yê Iraqê Celal Talebanî hat û 36.802 kesan dengên xwe danê.

Pileya sêyem jî ji Tariq Hasimî re bû, ku 494 deng bi dest ve anîn. 

Her li gora vê lêpirsînê jî, serokê parlementoya Iraqê Usama Nuceyfî 264 deng girtin.

Serokê wezîrên Iraqê Nûrî Malikî jî 174 deng bi dest ve anîn. 

Serokê lîsta Eliraqîyye Eyad Ellawî jî, di vê lêpirsînê de 75 deng wergitin.

Ajansa Elêxbarîye îro ev encamên vê lêpirsîna ku kirî, di siteya xwe de belav kir û behsa rola serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî kir û gelek pesnê rola Barzanî di Iraqê de da.

Back to top button