Cîhan

Ji ezmana çûkên mirî barîn

Li welatê Amerîka li eyalet a Arkansan ji ezmanan çûkên mirî barîn. Li gora nûçeyan li Arkansas nêzikî nîvê şêve di demjimêr 23.30 de, ji nivşka ve ji ezmanan çûkên mirî hatin xwar. Li erdê nêzikî 2 kilometre çarkujî hemû bû çûkin mirî. Çûkên ji ezmana mirî barîn ji cureyê çûkên reşin.

Berpirsên dewletê, lêkolînê li ser mirina çûka li ezmana dikin. Lê tê gotin ku, sedema mirina wan dikare, ji barandina teyrokek bi hêz be, yan jî ihtimala ku brûskê li wan dabe heye. Herweha tê gotin ku, ji bo hinek sedeman refên çûkan rêya xwe guhertine û tujî problema mirinê bûne. Encama lêkolînan dê sedema mirina çûkan li ezmana bête zanîn.

Back to top button