Cîhan

Yunan tixûbê xwe û Tirkiye asê dike

Li gora nûçeya kovara Thema ya Yunanî, Tirkiye bi awayek zanebûn ji bo çûyina penaberan tiştekî nake û rê dide wan da ku herin Yunan. Berpirsek hukumeta Yunanî da xuyakirin ku, ev diwarê ku li herêma Trakya li tixûbê navbera Yunan û Tirkiye bê avakirin wê hatina pênaberan  kêm bike û Yekitiya Ewropa jî pişgiriya vê projeyê dike.

Standina biryara avakirina dîwarekî di navbera herdu welatan de, sedemek mezin yê bê baweriya himber  Tirkiye ye. Ev yek jî rewşa Tirkiye ya danûstandinên Yekitiya Ewropa hindik bê jî aloz tir dike.

Herweha ji berî niha Israîl jî dîwarek di tixûbê xwe de ava kirîbû. Îran jî yek ji wan welatan e ku di tixûbê xwe de diwarekî ava dike.

Back to top button