Îroj

2'ê Rêbendan

2’ê Rêbendan

Di sala 1936’an û di rojekî wekê îroyê de navê Dêrsim wekî Tuncelî hatiye guhertin.

Rejîma Kemalîst ya Tirkî Di 25’ê Berfanbara sala 1935’an de bi 37 xalan biryarnameyk taybetê derxistin. Di vê biryarnameyê de hem guhertina navê Dêrsim hem jî operasyonên li ser Dêrsîmê hebû.

Biryar 2’ê Rêbendanê de ji aliyê Meclîsa Tirkiyeyê ve bi awayekî resmî hatiye pejirandin û li ser Dêrsîmê operasyonekî nû dan destpêkirin.

General Abdullah Alpdogan li ser Dêrsimê hem Parêzger hem Fermandar hem jî Mufettîşa Gişti yê 3. ê hatiye tayîn kirin. Alpdogan li ser Dêrsimê bi her cûre tundûtijiyên ve hatiye peywirdar kirin û wî piştî 2ê rêbendanê li Dêrsimê Rewşa Awarte îlan kir û destpê komkijiyê kir. 

Her wiha 2’ê Rêbendan li dijî polîtîkayên Kêmalîstan xelkê Kurd yên Dêrsimî cara duyemîn serê xwe li hemberê Kemalîstan  ra dikin.

Back to top button