Civak

KOM-CIVAK xwe fesh kir

Li bakurê Kurdistanê yek ji giringtrîn Komeleyê  KOM-CİVAK – TOPLUM-DER îro bi daxuyaniyekî ve feskirina xwe ji raya giştiyê re eşkere kir.

Kom-Civak / 01.01.2011 – Ji Çapemenî û Raya Giştî ya Hestyar re

Em wek Kom-Civak (Komela Parastina Mafên Civakî, Piştgirî û Alîkariyê) ku ji sala 2003’an vir de hatiye damezirandin û wek Kovara Mizgîn ku ji 2004’an vir de dest bi jiyana weşana xwe kiriye, bi salan e bi ramana azadiyê di bingeha Îslamî de bi taybetî agahdarkirina Gelê Kurd ê Misliman, di rêya hişyarkirinê de gavên biîxlas avêtin û ji bo Rebbê xwe xizmetkirinê xebitîn. Di vê rêya ji bo bidestxistina riza Xwedê em derketine piraze û kedên me, fedakarî û berdêlên me kesên me nas dikin, zanin.

Em wek Kurdên Misliman napejirînin ku li ser vê komê daxwaz û berjewendiyên şexsî, tevgerên xeynê Îslamî werin jiyandin. Em didin zanîn ku em wesayeta kesekî û sehiyên bawer dikin Rebbê me napejirîne, ne razî ye û napejirînin. Bi girêdayê viya em bi Mehmet Pektaş ê ku bi taybetî di mehên dawî de bi navê me di nêvengên cuda de, bi aliyên cuda ketiye diyalogê bi her awayê têkiliya xwe ya kesane, civakî û wek kom bidawî dikin. Ji ber vê yekê em naxwazin êdî di binê navên Kom-Civak û Kovara Mizgînê ku di bin wesayet û bandora wî ya me’lum de ne bixebitin. Ji ber vî yekê Navenda Giştî ya Kom-Civak a bi kedên mezin me damezirand û mezin kir bi hemî şaxên wî me fesh kiriye û Kovara Mizgînê li vî erdnîgarê tiştên nehatiye gotin gotiye me bi fedakariyên mezin derdixist, weşana wî da sekinandin. Û vî tiştê bi we çapemenî, raya giştî û hezkiriyên xwe yên hêja re parvekirinê wek peywir dibînin.   

Em di vî xalê de vî helwesta xwe ya bi rêgez û Îslamî ji aliyê Dîroka Kurd û tevgerên siyasiyên li herêmê wek pêşveçûnek girîng dinirxînin. Êdî wê kes nikaribe li ser vî erdnîgarê tevî gel tevbigere. Îradeya bihêz a gelê Kurd ê bi zanistiya dîrokî tê destekkirin wê nehêle êdî kes wan bixapîne.

Ji dîroka 01.01.2011’an vir de destûrmend û mafê Mehmet Pektaş ê li ser saziyên me yên jixwe bi resmî hatiye feshkirin tuneye. Xebatên wî yên bişexsî kiriye ferdekî koma me jî berpirsiyar nîn e. Wek kom em jê jî ji kiryarên wî jî dûr û vî alî ne.    

Em wek xwe ne ji kesan re ji riza Xwedê re feda kirine, bi îzna Xwedê berdewama ji ramana xwe û ji gelê xwe re xizmetê bikin.

Bi hêviya rojên xweştir, jiyanek birûmettir wê bê ji Rebbê Aleman dixwazin me, gelê me, ji ser Mislimanan alîkarî û bereketa xwe kêm neke.

 

Heyeta Karbidest a Kom-Civakê

Endamên Kom-Civakê

Heyeta Weşan a Kovara Mizgînê

Nivîskarên Kovara Mizgînê  vîskarên Kovara Mizgînê 

 

      

Back to top button