Serokê ‘Înterpol’ê bi êşkencekirinê tê sûcdarkirin

Piştî giliyên Tirkiye, Fransa, Swêd û Norvêçê, li Awûstûryayê jî ji ber êşkencekirinê gilî li Serokê Teşkîlata Polîsên Navnetewî (Înterpol) Ehmed Nasir el-Reîsî hat kirin.
Ehmed Nasir el-Reîsî, ku ji Îmaratê ye, bi êşkencekirina insanan tê sûcdarkirin.
Parêzerên du kesên Brîtanî bi hinceta ku hatine girtin û êşkence li wan hatiye kirin, li Viyana paytexta Awûstûryayê giliyê El Raîsî kirin.
Du zilamên Brîtanî, Matthew Hedges û Ali Issa Ahmad, ku îdia kirin di bin çav de hatine êşkencekirin, al-Raisi tawanbar kirin ku di êşkencekirina kêfî de berpirsiyar e.
Li gor nûçeya AFPê, berdevkê serdozgeriya Viyanayê piştrast kir ku giliyê wan hatiye kirin û got ku bi taybet di warê hiqûqa Awûstûryayê de lêkolîn tê kirin.
El Reîsî, ku tê payîn ji bo beşdarî Lijneya Giştî ya Înterpolê bibe bê Viyanayê, dibe ku li Viyanayê ji alî dozgerên Awûstûryayê ve bê darizandin.