Civak

Serokê CHP Tahir Elçî bi bîr anî

Parêzer, aştîxwaz û hiqûqnasê Kurd Tahir Elçî, di 8emîn salvegera qetilkirina xwe de li gelek bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hat bibîranîn. Tahir Elçî, ji ber ku li dijî şerê Tirkiyê û PKK derdiket û doza aştiyê dikir, bi komployek bi şêwir û mişêwir, li Amedê li ber Minareya Çarling di 28ê Mijdara 2015an de bi eşkereyî hat qetilkirin.

Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel, Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî li ser hesabê xwe yê medya civakî bi bîr anî û got: “Heta berpirsiyar hesab nedin û edalet pêk neyê, emê tiştên qewimîn ji bîr nekin”. 

Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel, li ser hesabê xwe yê Twitterê (X) Tahir Elçî bi bîr anî û got: “Ez parêzvanê mafên mirovan Tahîr Elçî di 8emîn salvegera mirina wî de bi rêzdarî bi bîr tînim”.

Back to top button