Civak

Serokwezîr Barzanî beşdarî vekirina Fabrîqeya Van Steel bû

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Barzanî îro li Hewlêrê kargeha pola ya Van Steel vekir.  Serokwezîr Barzanî di vekirinê de amaje bi vekirina projeyên din ên girîng kir û got ku ew kar ji aliyê Galia Group ve bi Teknolojiya pêşveçûna li gor standardên berê hatiye avakirin.

Serokwezîr Barzanî amaje bi kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de jî kir û got, em hêvîdar in ku bi awayekî bingehîn bên kereserkirin. Serokwezîr Barzanî hêvî kir ku rewşa Herêma Kurdistanê, Iraq û navxwe aram bibe û li ser hewlên xwe yên ji bo avadankirin û bihêzkirina jêrxana aborî berdewam bin.

Mesrûr Barzanî anî zimên ku “Kurdistan û Iraq bi giştî ji ber şerên li dû hev û rêveberiya xirab a hikûmetê di rewşek dijwar de ne û gelên wan di nav nearamî, nîgeranî, hejarî û wêranî de dijîn û got: “Îro dema xizmetkirina hemwelatiyan, dema dersgirtina ji xeletiyên berê, dema hevkarî û piştevaniya hev hatiye da ku welatê xwe bigihînin asta welatên pêşketî. Ev yek incex bi aştî û çareseriyek radîkal a pirsgirêkan pêkan e. Eger bi rastî çareserî bê xwestin, gelek çareserî hene”.

Serokwezîr Barzanî her wiha behsa destpêkirina hinartina petrola Kurdistanê jî kir û got: “Li ser petrol û gazê, pêwîst e em qanûnek federalî ya pêşkeftî li ser bingeha destûrê amade bikin, da ku em bikarin berhemanîn û hinartina petrolê ji nû ve dest pê bikin, ku ne tenê ji bo gelê Kurdistanê, lê ji bo hemû Iraqiyan bibe serkeftinek“.

Ji sedî 95ê karên di kargehê de ji bo karkerên xwecihî tên terxankirin, berhemên ku tên hilberandin ji bo dabînkirina pêdiviyên zêde yên Herêma Kurdistanê û Iraqê tê plankirin.

Kargeha ku wê jêrxaneyek bihêz ji bo Herêma Kurdistanê çêbike, wê zêdetir amûrên avakirinê bide Kurdistan û Iraqê.

Kargeha navborî rasterast ji bo 700 kesan îstîhdamê peyda dike.

Li gor Komeleya Hesin a Cîhanê, îstîhdama nerasterast di sektora hesin de %8,1 e. Li gor vê, kargeh wê bi giştî 5670 karên nerasterast vebike.

Back to top button