PolîtîkRojev

Serokê hikûmetê pêşwazî li wezîra Hollandî kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 28ê Nîsana 2022an, pêşwazî li şandeke Hollandî bi serokatiya Wezîra Dewletê ya ji bo Karûbarên Bazirganiya Derve û Hemahengiya Geşepêdanê Liesje Schreinemacher kir.

Di civînê de ku Balyozê Hollanda li Iraqê Michel Rentenaar amade bû, Wezîra Dewletê ya ji bo Karûbarên Bazirganiya Derve û Hemahengiya Geşepêdana ya Hollandayê silavên Serokwezîrê Hollandayê gihandin Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadehiya welatê xwe ji bo pêşvebirina pêwendiyan li gel Herêma Kurdistanê di warê pevguhartina bazirganî, veberhênan û pêşxistina sektora çandiniyê nîşan da.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya hevkarî û piştevaniya Hollandayê kir û amaje bi karnameya çaksaziyê ya kabîneya nehem di warên hemecurkirina aboriyê û çavkaniyên dahatê û avakirina jêrxaneyeke bihêz bi Aboriya Kurdistanê kir.

Derfetên baştirkirina sîstema bankî li Herêma Kurdistanê, piştevaniya li kar û projeyên biçûk, guhartinên keşûhewayê û bandora wê li ser aboriyê û pirsa koçberan, çend mijarên din ên guftûgoyên civînê bûn.

May be an image of 4 people, people standing, suit, footwear and indoor
May be an image of 5 people, people sitting, people standing and indoor

Back to top button