CîhanRojev

Îran daxwaza sekinandina çalakiyên partiyên Rojhilata Kurdistanê ji Iraqê dike

Roja 27ê Nîsana 2022ê Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî li Tehranê bi Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdullahiyan re civiya û li gor nûçeyên medyaya Îranê, Husên Emîr Ebdullahiyan piştî civînê bi çapemeniyê re gotiğe ku, wan daxwaz ji Hikûmeta Iraqê kiriye  rê li ber çalakiyên hêzên dijî Komara Îslamî ya Îranê li ser axa Iraqê bigirin.

Husên Emîr Ebdullahiyan dibûje “Hêzên dijî şoreşê û cudaxwaz yên Îranê li Iraqê nabe ku xwedî ewlehî bin ku metirsiyê li ser Îranê çê bikin û ber bi xeteriyê ve bibin.”

Medyaya Îranê ragihand, Serokê Parlemana Iraqê diyar kiriye ku ew rê nadin tu kes û rêxistin ji bo ewlehîya cîranên me wekî metirsî kar bikin.

Back to top button