CivakRojev

Serokê Hikûmetê li gel rêveberên ragehandina Kurdistanê civiya

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel rêveberên hejmareke mezin ji saziyên ragihandinê yên Kurdistanê civiya.

Di civînê de, Serokwezîr amaje bi wê da ku armanc ji civînê ew e, guftûgoyeke aşkere ligel ragihandinê û di riya wan re jî ligel gelê Kurdistanê bikin, da ku hilwestê hikûmetê derbarê çendîn pirsên giring de bê ronîkirin û şîrovekirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxwaz ji saziyên ragihandinê kir ku hevkar û alîkarê hikûmetê bin ji bo serxistina proseya çaksaziyê û rûbirûbûna gendeliyê. Amaje bi wê jî kir ku ragihand erkekî wê yê pîroz û girîng heye û pêwîst e bi berpiryarî erkên xwe cibicî bikin.

Serokwezîrê Mesrûr Barzanî tekez kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştevaniyê li azadiya ragihandin û derbirînê û rexnegirtinê dike ji bo çaksazî, baştirkirin û pêşvebirina rewşa Kurdistanê. Lê belê di heman demê de, pêwîst e ragihandin berevaniyê li pirsên niştimanî û destkeftan bike, ji ber ku ji encama qurbaniyên mezin ên gelê Kurdistanê bi dest hatine.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî behsa wê kir ku Kabîneya Nehem gelek zanyariyan belav kirinr û ronîkirinên pêwîst dane Parlamentoya Kurdistanê û raya giştî.

Serokwezîr ronî kir ku em li navçeyeke qeyranawî û nearam de dijîn, ji salên borî ve jî rûbirûyî çendîn qeyranan bûne, wek Korona, qeyrana tendirustî û darayî, lê belê tevî wê jî, em ranewstîn û di encamdana projeye û çendîn çaksaziyên di tevahiya wan re da berdewam bûn. Lê belê wek Serokwezîr amaje pê daye, çaksazî proseyeke berdewam e û dem jê re pêwîst e û armanc ji van çaksaziyan, avakirina jêrxaneyeke aborî ya bihêz e.

Serokwezîr tekezî li wê kir ku Hikûmet ya hemû Herêma Kurdistanê ye û bê cudahî jî xizmeta hemû parêzgeh, bajar û navçeyên Kurdistanê dike.

Derbarê pêwendiyên ligel Hikûmeta Federal de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir ku Herêma Kurdistanê her dem amade bûye pirsgirêkan ligel Bexdayê li ser bingeha destûrê çareser bike, Herêma Kurdistanê erkên xwe cibicî kirine û daxwaz dike mafên destûrî neyên binpêkirin.

Di dawiyê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bersiva têbîn û raperdeyên amadebûyan da û kurteyek jî derbarê çaksaziyên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warên cuda de pêşkêş kir.

Back to top button